Adar 12, 2023 17:14 Asia/Tehran
  • Asta zimhêrên Banka Navendî ya Tirkîyê daket

Asta zimhêrên zêr û pereyên derveyî yên Banka Navendî ya Tirkîyê careke din daket.

Li gorî amara herî nû ya Banka Navendî ya Tirkîyê, Asta gişt zimhêrên pereyên derveyî û zêr ên vî welatî di hefteya bidawîhatî li 3ê Adarê angeorî hefteya bidawîhatî li 24ê Sibata 2023an bayê 811 miliyon dolarî daket û gihîşte 120 miliyar û 359  miliyon dolarî.

Asta zimhêrên pereyên derveyî yên Banka Navendî ya Tirkîyê di vê heyamê da bi daketineke bi qasî miliyarek û 699 miliyon dolarî, gihîşte 70 miliyar û 281 miliyon dolarî.

Hikûmeta Tirkiyê ji bo kontrolkirina zamê li vî welatî, nirxa fayîzê di çend qonaxan da daxisitye û herî dawî gihandiye sedî 9’ê; lê vê yekê jî nekarî pêşî li rabûna zamê bigire.

Vê demê û li gorî qewimîna erdheja mirinbar a vê dawiyê li Tirkiyê, “Erdal Baxçevan” Serokê Odeya Pêşeyan a Stenbolê gotiye: Erdheja vê dawiyê bandoreke nerênî ya zehf li binesaziyên neteweyî, sermiyana fîzîkî, jidestçûna kar û pîşeyan, xerc  û lêçûnên berhemanîn û bikaranînê li Tirkiyê dike û dê barekî darayî ya giran li abora vî welatî dayîne.

Serepeyv