Li Tirkîyê bernameya hilbijartinan hat ragihandin
Adar 12, 2023 09:23 Asia/Tehran
Desteya Bilind a Hilibijartinan a Tirkîyê ragihand ku yê 36 partî di 14ê Gulanê da rikeberîyê bikin.
Li gorî ragihandina Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkîyê (YSK), hilbijartinên serokomartî û parlimanê yên vî welatî yê di 14ê Gulanê da ji siet 8ê sibê heta 5ê êvarê bên lidarxistin û 36 partî yê bikevin rikeberîyê.
Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkîyê ku bi serokatîya Ehmed Yêner civîyabû, dîyar kir ku 36 partî ji wan AKP, CHP, HDP, MHP, Îyî Partî û Seadet yê bikevin rikeberîyê.
Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkîyê herwiha ragihand ku dê bi zûtirkê hejmara kesên dikarin dengê xwe bidin jî ragihîne.