Hevserokê HDP tiştekî ecêb got: Em ne bi dû wezaretan in
Hevserokê Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) her cure daxwazeke partîya xwe têkildarî wezaretan piştî serkevtina berbijarê opozîsyonê di hilbijartian da derew da zanîn.
Hevserokê HDP Midhet Sencer nîqaşên dayîna wezaretekê bo vê partîyê di berdêla piştgirîya ji berbijarê opozîsyonê di hilbijartinên Tirkîyê da bê heger zanî û got: HDP ti wexta daxwazeke wiha nekirîye û nake.
Sencer herwiha got: Hela ti daxwazeke hevdîtina digel rêvebirên HDP ji hêla berbijarê Hevalbendîya Millet di hilbijartina serokomartîyê da Kemal Kiliçdaroglu nehatîye hilêxistin.
Wî herwiha got: Em dê biryara nasandina berbijar û nexwşerêya pişikdarîya di hilbijartinan da piştî gotûbêja digel Kemal Kiliçdaroglu binirxînin û mercên xwe ragihînin.
Ji hêla din va, Kemal Kiliçdaroglu reqîbê Erdogan di hilbijartina bê ya serokomartîya Tirkîyê da ragihand ku ji bo pêkanîna demokirasîyê yê bi rêvebirên HDP ra bicive.
Serokê CHP Kemal Kiliçdarolu wek berbijarê opozîsyona Tikrîyê di hilbijartina serokomartîyê da got: Ez wek berbijarekî serokartîyê ku idia dike dixwaze serokomarê welatekî 85 milyon kesî be, helbet ku dê bi HDP ra jî bicivim. Ji ber demokirasîyê pêwîst e ku bi rêvebirên gişk partîyan ra hevdîtinê pêk bînim.