Adar 11, 2023 09:29 Asia/Tehran
  • Fermana lidarxistina hilbijartinê li Tirkiyê

Serokkomarê Tirkiyê li ser lidarxistina hilbijartinê di dema kivşkirî da pêgîrî kir.

Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, roja îniyê
bi îmzekirina hikmekê ferman da hilbijartina giştî ya
vî welatî di 14`ê Gulanê da were lidarxistin.
Li gorî bernamê biryar e Konseya Bilind a
Hilbijartinan a Tirkiyê 11`ê Adarê yanî îro civînekê li
dar bixe û vê fermana Erdogan cih bîne.
Biryar bû destpêkê ev hilbijartina di 18`ê Adarê
were lidarxistin lê Erdogan ser bingeha hin sedemên
wekî hevdembûna bi rêûrisma hecê, imtihana
wergirtina li zanîngehan û destpêbûna betlaneya
havînê, dema hilbijartinan guhert.
Alîyên opozîsiyon berî erdhejê ser vê bawerê bûn ku
Erdogan bi armanca lidarxistina hilbijartinê di
demeka gunav ji bo partiya desthilatdar da, dema
hilbijartinan ji 18`ê Adarê bo 14`ê Gulanê paşda
xist.