Teqeziya Tirkiyê ser cihanîna kiryarên pêdivî ji bo çareserkirina dilnigeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê
Berdevkê Serokkomarê Tirkiyê, çareserkirina dilnigeraniyên ewlehiyê yên Enqereyê wek şertê endametiya Swêd û Fînlandê nav NATO’yê da zanîn.
Swêd û Fînland, daxwaza endametiya nav NATO’yê kirine û Tirkiyê jî di civîna endamên vê peymanê li Madrîdê di 8ê Hezîrana 2022’an de daxwaza endametiya Swêd û Fînlandê vêto kir.
Enqereyê, Fenland û Swêd ji ber piştgiriya ji PKK’yê bi piştgiriya ji rêxistinên terorê tawanbar kirin û ji van du welatan xwest ku bila helwêsta xwe biguherînin.
Tevî soz û qirarên van du welatan, Enqere tim ser daxwaza xwe pêgirî dike û li himber vê daxwazê derdikeve.
Îbahîm Kalîn, Berdevkê Serokkomarê Tirkiyê li Bruksela paytexta Belcîkayê got: Bona ku Swêd û Fînland bikaribin bibin endamê NATO’yê divê bo çareserkirina dilnigeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê pêngavên pêdivî hilînin.
Kalîn civîna bernameya hevpar a dayîmî ya Tirkiye, Swêd û Fînlandê erênî û kêrhatî nirxand û got: Lezgîniya demajoya endametiya Swîd û Fînlandê nav NATOyê maye ser pêngavên van her du welatan.
NATO’yê duh di daxûyaniyekê de ragihand ku nunerên Swîs û Fînlandê piştî gotûbêja derbarê endametiya van du welatên ewropî li NATO’yê li hev kirine ku beriya civîna rayedarên NATO’yê di Tîrmehê de li Vîlniyûsê cardinê hevdîtin pêk bînin.