Ji ber belavbûna Nexweşiya Dev û Lingan, qerentîneya ajelan li Tirkiyê hat sepandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i340032-ji_ber_belavbûna_nexweşiya_dev_û_lingan_qerentîneya_ajelan_li_tirkiyê_hat_sepandin
Belavbûna nexweşiya vîrûsî ya dev û lingan (Thrush) anku ‘pamukçuk’ li Tirkiyê, bû sebeb ku qerentîneya ajelan li seranserî vî welatî were sepandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 10, 2023 13:05 Asia/Tehran
  • Ji ber belavbûna Nexweşiya Dev û Lingan, qerentîneya ajelan li Tirkiyê hat sepandin

Belavbûna nexweşiya vîrûsî ya dev û lingan (Thrush) anku ‘pamukçuk’ li Tirkiyê, bû sebeb ku qerentîneya ajelan li seranserî vî welatî were sepandin.

Nexweşiya Dev û Lingan (Thrush) anku ‘pamukçuk’ nexweşiyeke vîrûsî ya hevpar di navbera mirov û ajelan da ye ku wek Taûna Ajelan jî tê binavkirin. Ev nexweşî gelekî vegir e û bi nîşaneyên weke ta û çêbûna pifeleyan li nav devî xuya dibe û carinan jî dibe sebeba mirinê.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Wezareta Çandinî û Madeyên Xwarinê ya Tirkiyê ragihand, li pey belavbûna vê nexweşiya vîrûsî li çend parêzgehên başûrê rojava û bakurê vî welatî, hemî bazarên heywanan hatin girêdan û serjêkirina heywanan li cihên qedîmî û veguhestina wan di navbera parêzgehên vî welatî da heta ragihandina din hat qedexekirin.

Wezareta Çandinî û Madeyên Xwarinê ya Tirkiyê tevî tekeziya li ser pêwîstiya vaksînekirina seranserî ya ajelan, ji berpirs û çalakên pîşeya xwedîkirina ajelan li vî welatî xwestiye ku bi dezenfektekirina navendên xwedîkirina ajelan û berçavgirtina rêzikên qerentîneyê û jinavbirina ajelên telefbûyî bi awayê durist, hevkariya saziyên dewletê di bernameyên kontrolkiirn û pêşîlêgirtinê da bikin.