Adar 07, 2023 16:03 Asia/Tehran
  • Tirkîyê balyozê Amerîkayê li Enqerê vexwend

Tirkîyê bi nîşana nerazîbûna seredana Serokerkanê Artêşa Amerîkayê ya deverên bakur-rojhilata Sûrîyê, balyozê Amerîkayê li Enqerê ban kir.

Tirkîyê ji ber ku Serokerkanê Artêşa Amerîkayê Mark Meylî seredana deverên bakur-rojhilata Sûrîyê ku leşkerên dagirker ên amerîkî li wan navçana ne kirîye, balyozê Amerîkayê li Enqerê vexwend.

Serokerkanê Artêşa Amerîkayê roja şemîyê nişkêva gihîşt Sûrîyê û çû seredana hêzên dagirker ên amerîkî yên li rojhilata Sûrîyê.

Ji hêla din va Amerîkayê himber vê yekê ku Tirkîyê balyozê wî welatî li Enqerê bi dû seredana Serokerkanê Artêşa Amerîkayê ya deverên bakur-rojhilata Sûrîyê ban kirîye, bertek nîşan da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Nêd Pirays ragihand: Serokerkanê Artêşa Amerîkayê General Mark Meylî li Sûrîyê tenê bi hêzên amerîkî ra hevdîtin pêk anî û ev seredana tenê ji bo têkilîya bi leşkerên amerîkî ra bû.

Serokerkanê Artêşa Amerîkayê Mark Meylî di halekî da çû Sûrîyê ku rojek berî wê, li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê bi rayedarên Rejîma Sîyonîst ra hevdîtin pêk anî.