Rawêjkarî bi dawî hatin; Kiliçdaroglu reqîbê Erdogan e
Piştî rawêjkarîyên partîyên dijberê Serokomarê Tikrîyê û Serokê AKP, di dawîyê da Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu bû berbijarê hilbijartinên serokomartîyê û himberî Erdigan sekinî.
Piştî çend siet rawêjkarîyên serokên partîyên şeşalî yên opozosyona Tirkîyê, Hevalbendîya Millet bi awayekî fermî Kemal Kiliçdaroglu Serokê CHP wek berbijarê hilbijartina bê ya serokomartîyê da nasandin. Bi vî awayî Kiliçdaroglu di hilbijartina bê da yê wek reqîb himberî Serokomarê Tirkîyê û Serokê AKP Receb Teyyîb Erdogan ku berbijarê Hevalbendîya Cumhur bisekine.
Bi dû vegera Seroka Îyî Partîyê Meral Akşener`ê nav opozîsyona Tirkîyê, rêberê her 6 partîyên opozîsyonê û rayedarên pillebilind ên wan partîyana duh pişt çend siet gotûbêj û rawêjkarîyê berbijarîya Kemal Kiliçdaroglu di hilbijartina serokomartîyê da ragihandin.
Şayanî gotinê ye ku bi hezaran kesên ku ji bo bihîstina nûçeya ragihandina berbijarê Hevalbendîya Millet ji çend sietan berî wê va li ber avahîya PArtîya Seadet a Tirkîyê kom bibûn, piştî bihîstina xebera berbijarbûna Kemal Kiliçdaroglu dest bi şayîyê kirin. Kemal Kiliçdaroglu careka din gotinên xwe dubare kir û got: Derîyên hevalbendîya Millet ser hemî welatîyên tirkîyeyî yên ji hr nijad, ziman û bawerîyekê da vekirî ye.