Adar 06, 2023 18:55 Asia/Tehran
  • 247 kes li Tirkiyê bi tawana çêkirina avahiyan ne li gor rêzikan hatin desteserkirin

Di dewama pêla desteserkirina peyamankarên gumanbarê çêkirina avahiyan ne li gor isûl û rêzikan li bajarên erdhejlêketî yên Tirkiyê, heta niha 247 kes bi hikmê dadgehên vî welatî hatine desteserkirin.

Dozgeriya Giştî ya Tirkiyê daxwaza lêkolîn û jêpirsiya ji 997 peymankar û xwediyên avahiyên kavilbûyî di encama erdhejên vê dawiyê li vî welatî kiriye.

 Her wiha 322 kesên gumanbarê çêkirina avahiyan ne li gor isûl û rêzikan li Tirkiyê bi şertê çavdêriya ji aliyê Saziya Dadweriyê va heta dawiya hilkolandina dosyeyê û 82 gumanbar jî piştî raberkirina şiroveyên pêwîst ji zindanê hatin berdan.

“Murad Kûrûm“ Wezîrê Bajarsaziyê yê Tirkiyê jî vê dawiyê ragihand ku derdora 400 hezar kon bo niştecihkirina kesên erhejlêketî li 11 parêzgehên başûrê vî welatî hatine vegirtin û got: Bo niştecihkirina kesên erdhejlêxistî bêtirî 100 hezar kanêks jî hatine terxankirin.

Wezîrê Bajarsaziyê yê Tirkiyê destnîşan kir: Di çarçoveya cihanîna projeya herî mezin a çêkirina avahiyan di dîroka Tirkiyê de, 83 hezar mal û xanîberên nû jî li gundewarên 11 parêzghên başûrê Tirkiyê, tên avedankirin û nûjenkirin.

 Wezîrê Bajarsaziyê yê Tirkiyê bal kişand ser ziyana cidî û kavilbûna avahiyên bilind li navçeyên erdhejlêketî yên Tirkiyê û got: Avahiyên nû yê li gor dawîn standard û rêzikên qahêmbûna avahiyan û herî zêde di sê an çar qatan werin çêkirin.

 Di halekî de ku “Receb Teyyîb Erdogan”, Serokkomarê Tirkiyê soz daye mal û xanîberên ziyandîtî ji erdheja vî welatî di dereqa salekê de nûjen bike, lê karzan û endazyarên avahîçêkirinê dibêjin demajoya avedankirina navçeyên erdhejlêketî di zêdetirî 11 parêzeghên başûrê vî welatî bi nifûsa nêzîkî 13 milyon kesî yê ne hêsan be û jê re demeke zêde pêwîst e.

 “Receb Teyyîb Erdogan” Serokkomarê Tirkiyê ku di du salên buhurî de ji ber qeyrana aborî ya giran li vî welatî rastî rexneyên zav hatiye, piştî erdheja mirinbar û lawaziya hikûmeta wî di gihandina alîkariyên lezgîn û kêrhatî bo kesên erdhejêketî rastî gelek rexneyan hatiye û di vê rewşê de divê bi zûtirkê li qada hilbijartinê bi hevrikên xwe re rûbirû bibe.

 

Serepeyv