Adar 03, 2023 18:12 Asia/Tehran
  • Li Parlamentoya Tirkiyê dê Komîsyona Erdheja 6ê Sibatê bê avakirin

Li Parlamentoya Tirkiyê bi piraniya dengan hat qebûlkirin ku derbarê erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê Komîsyona Lêkolîna Erdhejê bê avakirin.

Li Parlamentoya Tirkiyê roja Pêncşemê 2ê Adara 2023an pêşniyara ku 5 partiyên siyasî bi armanca avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Erdhejê hatibû kirin û bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi hêzên 7.7 û 7.6 pile ku navenda wan Mereş bû, 11 parêzgehên Tirkiyê hejandin. Li gor amarên fermî, heta niha zêdeyî 45 hezar kesan li Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûn.

Piştî erdhejê zêdeyî 2 rojan ji aliyê rêxistinên fermî bo herêma erdhejê midexale û alîkarî nehat kirin û ev yek ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîb Erdogan jî hat qebûlkirin. Herwiha hejmarek berpirsên avahiyên herifîne jî hatin girtin û serokekî şaredariyê jî di nav de bû. Lê bi giştî encamên erdheja Mereşê heta niha bi hurgilî nehatine lêkolînkirin.

Ew Komîsyona Lêkolînê ya Erdhejê ku bê avakirin dê li 11 parêzgehên herêma erdheja Mereşê encamên erdhejê lêkolîn bike.

 

Serepeyv