Adar 03, 2023 17:52 Asia/Tehran
  • Berpirsekî PKK’yê li Şengalê hat kuştin

Rêxistina Îstixabata Tirkiyê (MIT) dibêje yek ji serkirdeyên PKK’yê li Şengala Iraqê kuştiye.

Rêxistina MIT’ê ya Tirkiyê her wiha ragihand: Di encama operasyonekê li bajarê Şengalê li bakurê Iraqê, ‘Seid Elî Bedel’ qaşo berpirsê eskerî yê PKK’yê li vê navçeyê kuştiye.

Rêxistina MIT’ê ya Tirkiyê tîmeke taybet amade kiriye û piştî wergirtina raporekê derbarê amadetiya Elî Bedel bo êrişa ser meqera Beşîqeyê (Meqera hêzên çekdar ên Tirkiyê lli Mûsilê) ket dewrê û dijî wî operasyon hat li dar xistin.

 Anadolu’yê her wiha ragihand: Seid Elî Bedel nasnavê “Çeko Pîr” bi kar aniye û rêveberiya xebatên dijî MIT’ê û êrişên ser meqera Beşîqeyê a Hêzên Çekdar ên Tirkiyê dikir.

 

Serepeyv