Adar 03, 2023 14:28 Asia/Tehran
  • Dersînorkirina koçberan ji Tirkiyê hema wisa didome

Hikûmeta Tirkiyê careke din û di dewama siyaseta rawestana li ber penaxwazên bêdestûr li vî welatî, bi dehan koçber ji Tirkiyê dersînor kirin.

Parêzgarê Kocaeliyê, bi weşandina daxûyaniyekê ragihand ku 67 koçberên bêdestûr ku hatibûn desteserkirin û radestî Dayireya Koçberiya Giştî ya vê parêzêgehê hatibûn kirin, li welatê xwe hatin vegerandin.  

 Tirkiyê bo rawestana li hember koçberiya bêdestûr, startejiya taybet girtiye ber xwe.

 Her wiha di dewama pêvajoya vegerandina koçberan ji Tirkiyê, 136 welatiyên efxan jî ji Agiriyê bo welatên wan hatin vegeradin.

Eva di rewşekê de ye ku ew welatiyên efxan ji ber rewşa xirab a aborî û   bêserûberiya li Efxanistanê neçar mane terka welatê xwe bidin.  

 

Serepeyv