Adar 03, 2023 14:24 Asia/Tehran
  • Opozîsyona Tirkiyê dê roja Duşemiyê berbijarê xwe bo hilbijartinên serokkomariyê bide nasandin

Opozîsyona Tirkiyê roja Pêncşemiyê jî piştî civîna 12’an û tevî ku pêştir jî ragihandibû, lê berbijarê xwe bo hilbijartinên serokkomariya vî welatî nedaye nasadin û gotiye ku roja Duşemiyê, 6ê Adarê, yê berbijarê xwe bide nasandin.

Rêberên 6 partiyên dijberê Erdogan, Serokkomar û Serokê Partiya serdest anku AKP’yê di dawiya civîna xwe ya roja Pêncşemiyê de ragihandin ku li ser berbijarekî hevpar li hev kirine, lê çend rojên din yê biryara xwe ragîhinîn.

Opozîsyona Tirkiyê ku ger hevalbendiyê pêk bîne û berbijarekî hevpar bide nasandin, şans û bextê serketina li hember Erdogan heye biryar bû di civîna 13ê Sibatê 2023’an de berbijarê xwe bi fermî bide nasandin û lê jiber erdhejê ev kar paşde ket.

 Receb Teyyîb Erdogan, ragihand yê 14ê Gulanê hilbijartinên hevpar ên parleman û serokkomariya vî welatî werin lidarxistin.

 

Serepeyv