Bi dehan hezar awareyên sûrî ji Tirkiyê vegeriyane welatê xwe
Adar 02, 2023 18:50 Asia/Tehran
Bi dehan hezar awareyên sûrî ji Tirkiyê vegeriyane welatê xwe.
Xilûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê roja Pêncşemiyê piştî civîna Rêxistina Rêveberiya Qeyranê û Rewşa Awarte ya vî welatî (AFAD) piştî erdhejên di 6ê Sibatê de got: Nêzîkî 42 hezar penaberên Sûriyê ku li Tirkiyê bûn, vegeriyane welatê xwe.
Xilûsî Akar her wiha got: Awareyên sûrî bi awayê xwebexş vegeriyan welatê xwe.
Du erdhejên bi giraniyên 7.5 Rîştêr û 7.8 Rîştêran, 6ê sibatê, 10 parêzgehên başûrê Tirkiyê û her wiha Sûriyê hejandin ku di encamê de ziyaneke giran li her du welatan ketiye.