Adar 02, 2023 15:26 Asia/Tehran
  • Ji rojnamevanekî Tirkiyê re hikmê zîndanê hat birrîn

Dadgeheke Tirkiyê ji rojnamevanekî re deh sal hews birrî.

 ‘Sînan Aygul’, rojnamevanê parêzgeha Bitlîsê li rojhilatê Tirkiyê, 1’ê Kanûna 2022’an piştî ku di twîtek de nivîsî, keçeke 14 salî ji aliyê polîs û eskeran ve ketiye ber detsdirêjiya cinsî, hat desteserkirin. Vî rojnamevanê Tirkiyê pişt re ev peyama jê bir û ji ber belavkirina wê daxwaza lêborînê jî kir, lê di dawiyê de hat desteserkirin.

 Partityên Opozîsyon ên Tirkiyê û rexnegiran gotin ku renge ev qanûna ji aliyê rayedaran va bo fetistandina dengê dijberan were bikaranîn.

 Li gor rapora ku Komîteya parastina Rojnamevanan (CPJ) di meha Kanûnê de belav kir, Tirkiye di rêza van welatan de ye ku hejemara herî zêde ya rojnamevanên hewskirî tê de hene.

Vê komîteyê ragihand ku hejmara rojnamevanên hewskirî li Tirkiyê ji 18 kesî di sala 2021ê gihêşt 40 kesî di sala 2022an de.

Ev yekim cezaya hewsê li gor qanûna nû ya Tirkiyê ye ku rexnegir wê gefek dijî azadiya raderbirînê dizanin.

 

 

Serepeyv