Adar 01, 2023 17:12 Asia/Tehran
  • Li herêmên erdhejlêketî yên Tirkîyê 5 hezar kes bênasname hatine definkirin

Pisporekî Pizîşkiya Dadê li Tirkîyê ragihand ku li herêmên erdhejê nasnameya 5 hezar kesên canê xwe ji dest dane ne diyar e.

Serokê Komeleya Pizîşkên Dadê û Akademîsyenê Zanîgeha Çukurovayê Ahmet Hilal ligel tîmeke 3 kesî li herêmên erdhejê yên Hatay, Edene û Osmaniyeyê lêkolîn kirin. Hilal dibêje, nasnameya 5 hezar kesên ku hatine veşartin ne diyar e.

Serokê Komeleya Pizîşkên Dadê û Akademîsyenê Zanîgeha Çukurovayê got: “Li Antakya nasnameya %10ê kesên hatine definkirin ne diyar e, li Îskenderûn, Mereş, Edene û Osmaniyeyê ev rêje %5 e. 

Serokê Beşa Pizîşkiya Dadê ya Zanîngeha Mersinê Prof. Dr. Halis Dokgoz jî got: “Di diyarkirina nasnameyan de 24 demjimêrên destpêkê gelekî girîng in, ku di vê erdhejê de wek pêwîst nehatin bikaranîn. Divê ev kar ji aliyê pisporên pizîşkiya dadî ve bên kirin, lê ev kar ji aliyê pizîşkên pratîsyen ve hatiye kirin.