Erdogan: Hilbijartin yê di 14ê Gulanê da bên lidarxistin
Serokomarê Tirkîyê got ku hilbijartinên serokomartî û parlimanê yên Tirkîyê yê li gorî planê tevî qewimîna erdhejên vê dawîyê di 14ê Guanê da bên lidarxistin.
Serokomarê Tirkîyê û Serokê AKP Receb Teyyîb Erdogan îro di axavtineek di koma parlimanterên partîya xwe da rexneyên himber hikûmetê yên ji ber çawanîya kontrolkirina rewşa bi dû erdhejên di 6ê Sibatê da şermezar kirin û got: Em ê di 14ê Gulanê da bersiveke guncav himberî vê yekê bidin.
Serokomarê Tirkîyê herwiha amajeyî vê yekê kir ku ev gelz yê di 14ê Gulanê da ya pêwîst be, bike.
Berpirsên Dezgeha Kontrolkirina Rewşên Awarte îro ragihandin ku hejmara gorîyên erdhejê rabû 45 hezar û 89 kesî û bi giştî hejmara gorîyan li vî welatî û Sûrîyê rabûye nêzîkî 51 hezar kesî.
Erdogan soz daye ku malên ji ber erdhejê kavil bûne, di salekê da ava bike, lê çend meh pêwîst e ku bi hezaran kes ji jîyana di xêwet û çadiran da bên rizgarkirin û herin cihê niştecihbûnê yê hertimî.
Hilbijartina di 14ê Gulanê da dijwarîya herî giran a sîyasî li pêşberî Erdogan di 20 salên buhurî da ye.