HDP: Bila li meclisê civînek têkildarî erdhejê were lidarxistin
Parlimanterên Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) xwestin ku li meclisê civînek ji bo destnîşankirin û aşkirakirina sebebkarên hikûmî yên jordaçûna xisar ûzîyanên ji ber erdheja vê dawîyê were lidarxistin.
Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) bi raberkirina daxwazeke parlimanî li meclisa Tirkîyê xwest ku civînek ji bo hilkolandin û aşkirakirina navê berpirsên sîyasî û idarî yên dûhat û zîyanên erdhejên vê dawîyê were lidarxistin.
Di vê daxwaznameyê da ku ji hêla Meral Daniş Beştaş û Saroxan Ulûç Hevserokên Fraksyona HDp raberî serokatîya meclisa Tirkîy hatîye kirin, amajeyî hejmara gorîyan û avahîyên hilweşîyayî di encama erdhejê da hatîye kirin û wiha hatîye: Tirkîye welatek e ku sedî 92yê deverên wê ketine herêmên pirrxeter, lewma berpirs nikarin bêjin ku ji bo erdhejê ne amade bûne. Ser vî esasî divê kesên ku di vî warî da berpirsyar in, bên naskirin û aşkirakirin.
Parlimanterên HDP di dewamê da haletên binpêkirina qanûnê ji hêla dezgehên hikûmî yên wekî şaredarî, AFAD û Hîva Sor va rêz kirin ku bûn sedema jordaçûna hejmara gorîyan û asta xisarê û xwestin ku civînek li meclisê were lidarxistin û ragihandin ku dîyar e sîstema birêvebirinê ya hikûmî û desthilata sîyasî li Tirkîyê di asteke bilind da nuqsan e û divê ev yeka were aşkirakirin.