Sibat 28, 2023 14:52 Asia/Tehran
  • Erdogan mukur hat û got ku heqê xwe helal bikin

Serokkomarê Tirkîyê wek berteka himberî nerazîbûnên li ser qusûrîya hikûmetê di şopandina halê deverên erdhejlêketî da, tevî mukurhatina derheq qusûrîyê di rojên destpêkê yên bi dû erdhejê da, ji gel xwest ku heqê xwe helal bikin.

Serokkomarê Tirkîyê Receb Teyyîb Erdogan ku digel hevpeymanê xwe serokê MHP’yê “Dewlet Bagçelî” çûbû deverên erdhejlêketî, li Semsûrê bi durişmên nerazîbûnê ji hêla gel va hatin pêşwazîkirin. Nerazîyan digotin ku ‘’dewlet tineye’’ û Erdogan jî dema axavtina li wir tevî mukurhatina derheq qusûrîyê di rojên destpêkê yên bidû erdheja li Mereş û Gazî Entabê da, ji gel xwest ku heqê xwe helal bikin.

Erdogan got: Mixabin di çend rojên destpêkê da me nekarî wisan ku me dixwest, alîkarî bikin, ew jî ji ber rewşa nebaş a hewa, zîyandîtina binesazîyan û dûhatên erdhejê. Lewma ez ji we dixwazim ku heqê xwe helal bikin. Haya me ji her tiştî heye û nabe ti kes dudil be her karê pêwîst be, em dikin.

Erdogan careka din idia kir ku ev erdheja li cîhanê bêmînak bûye. Rexneker dibêjin ku pêgirîya berdewam a Erdogan ser mezinbûna karesatê ku ew wek ‘‘Karesata sedsalê’’ bi nav dike, ji bo pînekirina nekêrhatîbûna hikûmeta xwe di warê şopandina halê mexdûran da ye.

 

Serepeyv