Sibat 27, 2023 14:35 Asia/Tehran
  • Rexneya ji Heyva Sor a Tirkiyê ji ber firotina konên erhejlêxistiyan

Rêxistina Heyva Sor a Tirkiyê roja Yekşemiyê ji ber firotin û nedayîna konan bo kesên rizgarbûyî ji erdheja 6ê Sibatê ku başûr rojhilatê Tirkiyê kavil kir, ji aliyê dijber û medyayên vî welatî va hat rexnekirin.

Hikûmeta Tirkiyê hatiye tawanbarkirin ku di rojên piştî erdhejê de, kon û alîkariyên mirovheziyê yên pêwîst li navçeyên erdhejlêxistî belav nekirine û tîmên alîkariyê neşandine wir.

Di eynî demê de, çend kesayetiyên ser bi dijberên hikûmeta Tirkiyê, daxwaza îstifaya Serokê Heyva Sor kirine.

“Meral Akşener”, Seroka Îyî Partiyê di twîtekê de nivîsî: “Şerm bikin!”

 Lê “Receb Teyyîb Erdogan” Serokkomarê Tirkiyê yên ku Heyva Sor rexne dikin, bêsedaqet û rezîl xitab kiriye.

 Rojnameya Cimhuriyet’ê ya Tirkiyê ku firotin û nedayîna konan bo kesên rizgarbûyî ji erdhejê eşkere kir û nivîsî: ”Heyva Sor du hezar û 50 konên ku bo erdhejlêkeiyan hatibûn terxankirin bi 46 milyon lîreyî yanê du milyon û 400 hezar dolarî firotine saziya nehikûmî ya xêrxwzaiyê ya bi navê Ahbap’ê.

 

Serepeyv