Sibat 26, 2023 18:03 Asia/Tehran
  • Nakokiya navbera Opozîsyona Tirkiyê ji bo nasandina berbijarê hevpar

Opozîsyona Tirkiyê bi diyarbûna dema hilbijartina serokkomartiya vî welatî di roja 14ê Gulana 2023an da, ji bo nasandina berbijarê hevpar tûşî nakokî û duberetiya cidî bûye.

Partiyên Opozîsyonê li Tirkiyê heta niha hevhatina herî dawî ji bo danasîna berbijarê hevpar ji bo wêdadayîna Erdogan reqîbê xwe yê cidî, bi dest nexistine û nîşaneyên duberetî û nakokiyê di hevpeymaniya wan da her roj zêdetir dibin.

Rêberên şeş partiyên dijberê Erdoxan pêkhatî ji “Kemal Kilîçdaroglû” Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP), “Meral Akşener” Seroka Partiya Baş, “Temel Keremullaoglû” Serokê Partiya Seadet’ê, “Gültekin Uysal” Serokê Partiya Demokrat, “Elî  Babacan” Serokê Partiya DEVA’yê û “Ehmed Dawûdoglû” Serokê Partiya Pêşerojê ji bo şopandina kiryarên xwe yên hevpar di heyama yek sala derbasbûyî da, 12 caran civîn li dar xistne û dixwazin di hilbijartina pêşber da Erdogan ji desthilatê  wêda bidin; lê niha ku demeke hindik heta lidarxistina hilbijartinê maye, tûşî nakokiyê bûne û hîn nekarîne berbijarê xwe yê hevpar bidin nasandin.

Van partiyan ku tenê di rewşa avakirina hevpeymaniyê û danasîna berbijarekî da dikarin li hemberî Erdogan bi ser kevin, biryar bû di civîna xwe ya 13ê Sibata 2023an da berbijarê xwe yê dawî bi awayê fermî ragihînin, lê ji ber qewimîna  erdhejê, ev yek paş da ket.

Di çend hefteyên dawî da, rêberên partiyên dijber hevhatineke seretayî ji bo danasîna Kilîçdaroglû serokê CHP’yê wek berbijarê dawî yê Opozîsyonê di hilbijartina serokkomartiyê da bi dest xistibûn, lê ji ber dijayetiya Akşener Seroka Partiya  Baş û pêşniyazkirina bijardeyên din ji wan “Mensûr Yavaş” û “Ekrem Îmamoglû” şaredarên Enqere û Stenbolê wek berbijarên dawî, danasîna Kilîçdaroxlû wek berbijarê dawî paş da ket.

Serepeyv