Milyonek û nîv kes ji ber erdheja li Tirkîyê aware bûne
Dezgeha Pêşxistinê ya NY ragihand ku di encama erdhejên vê dawîyê li tirkîyê da milyonek û nîv meriv li başûra vî welatî aware û derbide bûne.
Hejmara gorîyên erdhejê li Tirkîyê ji 44 hezar kesî û li Sûrîyê jî ji 6 hezar kesî derbas bûye û di vî halî da Dezgeha Pêşxistinê ya NY ragihand ku di encama erdhejên vê dawîyê li tirkîyê da milyonek û nîv meriv li başûra vî welatî aware û derbide bûne û nêzî 116 heta 210 ton kavil û xirabe bi dû xwe hîşt.
Ji hêla din va, erdhejeke bi giranîya 4.7 rîştêrî parêzgeha Meletî li rojhilata Tirkîyê hejand.
Hevgavê vê yekê hat ragihand ku piştî erdhejên giran ên di 6ê Sibatê da li başûra Tirkîyê, bi sedena hezar mexdûrên erdhejê derbasî parêzgeha Mersînê bûne.
Piştî 2 erdhejên gian ên di 6ê Sibatê da li başûra Tirkîyê qewimîn, nifûsa parêzgeha Mersînê ku li nêzîkî derverên erdhejlêketî ye, di 2 hefteyên vê dawîyê da sedî 40 zêde bûye.
Rojnama Huriyet`ê nivîsî ku nêzî 400 hezar mexdûrên erdhejê ji parêzgehên başûra Tirkîyê neçar mane ku koçê parêzgeha Mersînê bikin.