Dezgehên mafên merivan ji ber bisînorkirina berfire ya medyayan li Tirkîyê rexne kirin
Navenda Azadîyê ya Istokholmê û Lêjneya Berevanîya ji Rojnamevanan amajeyî daxistina bi sedan malperên nûçeyan li Tirkîyê û desteserkirina nûçegîhanan kiririn û xwestin ku berbendên ser rêya medyakaran li Tirkîyê bên rakirin.
Navenda Azadîyê ya Istokholmê û Lêjneya Berevanîya ji Rojnamevanan 2 raporên cida weşandin û bi vê yekê dilnigeranbûna xwe derbara bisînorkirina berfire ya medyakaran li Tirkîyê ya piştî erdhejên vê dawîyê da ragihandinb.
Navenda Azadîyê ya Istokholmê amajeyî daxistina zêde ji 340 malperên nûçeyan û medyayên civakî ji hêla rayedarên Tirkîyê va kir û ev kara hewlek ji bo bisînorkirina medyayên azad zanî.
Navenda Azadîyê ya Istokholmê ji rayedarên Tirkîyê xwest ku rêzê li azadîya raderbirrînê bigire û qedexe û berbendan rake.
Lêjneya Berevanîya ji Rojnamevanan jî ji ber desteserkirina berfire ya rojnamevan û medyakaran li Tikrîyê dilnigeranbûna xwe dîyar kir û bilî şermezarkirina vê yekê, ji rayedarên Tirkîyê xwest ku rojnamevanan bi tawanên pûç ên wekî ``têkilîya bi terorîsmê`` ra tawanbar bikin. nekin.