Sibat 24, 2023 14:45 Asia/Tehran
  • NY: Tirkiye tûşî karesata herî mezin di dîroka xwe da bûye

Karzanên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêjin: Tirkiye tûşî karesata herî mezin di dîroka xwe da bûye û herî kêm divê 500 hezar xanî ji nû va bên çêkirin.

“Orhan Tatar” Serokê AFAD’ê roja Pêncşemiyê got: Piştî erdheja 6ê Sibatê heta niha heşt hezar û 550 paşelerze qewimîne.

Tatar got: Em pêşbînî dikin di rojên bê da jî paşelerzene bi mezinahiya 5 Rîşteran biqewimin; tiştê ku sibeha Înîyê li parêzgeha Hatayê li başûrê Tirkiyê qewimî.

Li gorî rapora IRIB News’ê ji Haber7’ê, Karzanên NY’yê dibêjin ji ber erdhejên vê dawiyê li Tirkiyê 1.5 miliyon kes bêmal bûne.

Ev karzan dibêjin ku divê herî kêm 500 hezar xanî li navçeyên erdhejlêqewimî ji nû va bên çêkirin.

Serrokkomarê Tirkiyê jî vê dawiyê got: 458 hezar mal ji ber erdhejên vê dawiyê li Tirkiyê wêran bûne an jî tûşî ziyaneke mezin bûne û divê bên xerakirin û ji nû va bên çêkirin.

 

Serepeyv