Sibat 23, 2023 17:24 Asia/Tehran
  • Jordaçûna hejmara gorîyên erdheja li Tirkîyê

Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê ragihand ku hejmara gorîyên erdhejê li v îwelatî ji 43 hezar kesî derbas bû.

Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê Silêman Soylu li koma nûçegîhanan got ku hejmara gorîyên erdhejê li vî welatî rabû 43 hezar û 556 kesî û ya birîndaran jî rabûye nêzî 110 hezar kesan.

Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê herwiha got: Di encama erdhejan da 750 hezar mal li 11 parêzgehên Tirkîyê kavil bûne.

Wî idia kir ku di dewama lêkolîna ser avahîyên kavilbûyî li deverên erdhejlêketî da, rêvebirên 564 şirketên avahîsazîyê yên bi sistîya derheq bicihanîna qanûnên avahîçêkirinê hatine tawanbarkirin, hatine destnîşankirin û 160 kes ji wan hatine girtin.

Çavkanîyên nûçeyan jî amajeyî pêla xembar a koçkirina mexdûrên erdhejê kirin û ragihandin ku kesên ji ber erdhejê li Tirkîyê sax filitîne, kel û pelên mayî yên jîyanê berhev dikin û ji warê xwe bar dikin.