Sibat 23, 2023 16:16 Asia/Tehran
  • Pirsgirêkên bi dû erdhejê li Tirkîyê

Piştî erdheja giran a di 6ê Sibatê da ku li 10 parêzgehên naşûra Tirkîyê qewimî, şopandina şirketên avahîsazîyê û dizên mal û heyîtîyên xelkê erdhejlêketî ji hêla qanûnê va veguherîne pirsgirêkên girîng ên vî welatî.

Bi dû erdheja giran a li 10 parêzgehên başûra Tirkîyê, hilkolandina girîngtirîn hegerên hilweşîna 120 hezar avahîyan di encama erdhejê da, binpêkarî û xemsarîya şirketên avahîsazîyê aşkira kirin. Xwedî û rêverbirên 12 şirketên avahîsazîyê dema dil hebûn ji Tikrîyê birevin, hatin girtin û ji bo 105 avahîsazên din jî hikma girtinê hatîye derxsitin. Wezîrê Dadwerîyê yê Tirkîyê jî soz da ku peymankar û avahîsazên ku binpêkarî kirine, dê bi zûtirkê dîwana wan were kirin.

 

Dizîna kel û pelên xelkê erdhejlêketî jî veguherîye yek ji pirsgirêkên dadwerîyê piştî erdhejê. Di encama her du erdhejên giran da pirranîya dikan, mol û navendên kirrînê jî hilweşîyane. Li gorî gotina şahidhalan, di sietên destpêka erdhejê da kel û pelên dikan û avahîyan hatine dizînê.

Kontrolikirina qeyrana bi dû erdhejê nika di serê wan mesele û pirsgirêkan da cî girtîye ku hikûmeta Tirkîyê hildikole. Li gorî ragihandina Rêxistina Lêkolîna Ser Madenên Tirkîyê 458 qelişin binerdî yên ku bi erdhejên bi giranîya jorayî 5 rîştêrî çalak bibin hene ku dikarin bandorê li 45 parêzgehan bikin.