Sibat 23, 2023 10:08 Asia/Tehran
  • Konseya Bilind a Radyo û Televîzyonê yaTirkiyê kanalên rexneker ceza dike

Konseya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê, ji bo hin kanalên vî welatî ku ji ber şêwaza hikûmetê ya gîhandina alîkariyan bo mexdûrên erdhyejê rexne kiribûn, ceza birrî.

Îlhan Taskî, endamekî Konseya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê, di peyamekê de li Twîterê
nivîsî, televîzyonên Halk TV, Tele 1 û Fox TV hatin cirmekirin û hin bernameyên van şebekeyan ji ber
agahî û bertekên ku li ser erdhejê weşandine, hatine sekinandin.
Birrîna ceza û cirîmeyê bo televîzyonên rexnegirê hikûmeta Erdogan li Tirkiyê di halekî da ye ku
xelkê Tirkiyê li navçeyên erdhejlêketî yên vî welatî ji ber sistî û karê kêm ê komên alîkarîgîhandinê
yên Navenda Sekinîna Himber Bûyerên Nişkêveyî (AFAD) bona komkirina kavilên mayî ji erdheja vê
dawiyê  ya li başûrê vî welatî, bi caran gilî û gazin kirine.
Mêdyayên Tirkîyê di hefteyên buhurî da hin wêne weşndibûn ku nîşan didan xelkê vî welatî li hin
bajarên başûra vî welatî rastî kêmbûna xwarekê hatine.