Sibat 20, 2023 16:25 Asia/Tehran
  •  Parlementerê HDP’yê: “Hikûmeta Tirkîyê dixwaze erdhejê veguherîne derfetekê ji bo koçandina Kurdên Elewî”

Parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan a Tirkîyê (HDP) bal kişande ser hewldana hikûmetê ji bo guhertina demografîya navçeyên Kurdî-Elewî yên Maraşê li pey erdheja vê dawîyê, derbarê pêla nû ya koçberbûna Kurdên Tirkîyê hişyarî da.

“Mehmûd Toxrol” Parlementerê HDP’yê ji Dîlokê nîgeranîya xwe ji çêkirina bajarokeke ji Kanêksan navçeyeke Maraşê ku welatîyên alîgirê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partîya Hereketa Neteweyî (MHP) tê da rûdinin, derbarê hewldana  hikûmetê ji bo guhertina demografîya navçeyê û koçberkirina Kurdên Elewî yên niştecihê Bazarcîka Maraşê hişyarî da.

Mehmût Toxrol ku ji yekem saetên piştî qewimîna erdhejê va li navçeyên erdhejlêqewimî amade ye, got: “Ev îhtimal heye ku hikûmeta di bin desthilata AKP û MHP’yê da erdhejê wek derfetekê ji bo guhertina demografîyê li navçeyên  Kurdnişîn û Elewînişîn ên Tirkîyê bi kar bîne. Hikûmeta Tirkîyê bi salan e ku hewl dide demografîya van navçeyan biguherîne.”

Hevdem endamekî Partîya Komarîxwaz a Gel a Tirkîyê (CHP) ku ji bo gihandina alîkariyan çûye Bazarcîka Maraşê got ku hikûmeta Tirkîyê rê li ber şandina alîkariyan bo navçeyên Kurd û Elewînişîn digire.

“Denîz Înce” endamê CHP’yê ku ji bo alîkarîgihandinê çûye Bazarcîkê, got ku ji ber astengîderxistinê ji alîyê Rêxistina Rêveberîya Qeyran û Bûyerên Çaverênekirî (AFAD) û Heyva Sor a Tirkîyê, derfet ji bo şandina alîkarîyan bo gundên Kurd û  Elewînişîn ên Maraşê tune.

Li gorî nûçeyeke din ji navçeyên erdhejlêqewimî yên Tirkîyê, 50 peymankar ku avahîyên çêkirî ji alîyê wan va li Meletîyê hilweşiyane, hatin girtin.

 

Serepeyv