Sibat 20, 2023 09:02 Asia/Tehran
  • Erdogan li dijî paşdaxistina hilbijartina serokkomartiyê ya Tirkiyê ye

Rojnameya Hurriyet’ê ya Tirkiyê nivîsî ku Receb Teyyîb Erdogan serokkomarê vî welatî pêşniyaza Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji bo paşdaxistina hilbijartina serokkomartiyê nepejirandiye.

Li gorî vê raporê, Receb Teyyîb Erdogan civînek li dar xistiye û tê da pêşniyaza AKP’yê derbarê paşdaxistina hilbijartinê ji 14ê Gulanê bo 18 Hezîrana 2023an vekolandiye, lê wî ev pêşniyaz nepejirandiye.

Erdogan her wiha ji Konseya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê xwestiye, ji ber ku operasyona rakirina kavil û kelefeyên ji ber erdhejê dibe ku demeke dirêj were domandin, bila amadekariyên taybet ji bo debgwergirtinê li navçeyên erdhejlêqewimî  dabîn bike.

Ji ber qewimîna du erdhejên giran li Tirkiyê, ji bilî dûhatên civakî û aborî yên giran, pergal û karûbarên siyasî li vî welatî jî aloz kirine û gengeşeya li ser îhtimala paşdaxistina dema lidarxistina hilbijartina Tirkiyê gurrtir bûye.

Gelek karzan bawer in ku erdheja vê dawiyê û lawaziya hikûmeta Erdogan di gihandina alîkariyê bo navçeyên erdhejlêqewimî bûye sebeb ku cîgeha wî zêdetir ji ber li ba gelê Tirkiyê sist û lawaz bibe.

 

Serepeyv