Sibat 19, 2023 14:15 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên erdheja li Tirkiyê gihîşt zêdetirî 39 hezar kesî

Sulêyman Soylû, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê duh anku Şemiyê raporeke teze derbarê hejmara qurbaniyên erdheja li vî welatî belav kir û got ku hejmara kesên ku di encama erdheja 7.8 rîştêrî ya vî welatî canê xwe ji dest dane, gihîşt 39 hezar û 672 kesî.

Rêveberiya Bûyerên Çavlirênekirî ya Tirkiyê ( AFAD) ragihand ku di encama erdheja li başûrê Tirkiyê de heta niha 39 hezar û 672 kesan canê xwe ji dest dane.

 Vê navendê her wiha ragihand ku di encama vê erdhejê de zêdetirî 108 hezar kes jî birîndar bûne.

Li gor ragihandina AFAD’ê erdheja vê dawiyê li vî welatî bandora xwe ya xirab kiriye ser jiyana 13 milyon kesî.

Di encama vê erdhejê de ziyaneke zêde li avahiyan ketiye û tîmên Rizgarkirin û Lêgerînê di halê rakirina kavilan û rizgarkirina van kesan in ku ku di bin kavil de mane .

 Di encama erdheja Sûriyê jî heta niha nêzîkî 6 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Piraniya welatên cîhanê bi hin peyaman bi hikûmet û gelên Tirkiyê û Sûriyê re hevxemî kirine.

Her wiha, 10’emîn balefira alîkariyên mirovheziyê yên Komara Îslamî ya Îranê bo gelê erdhejlêxistî yên Sûriyê êvara Îniyê li balefirgeha bajarê benderî yê Laziqîyeyê li bakurê rojavayê Sûriyê rûnişt erdê û barê wê radestî rayedarên sûrî hat kirin.

 

Serepeyv