Sibat 19, 2023 13:40 Asia/Tehran
  • “Heke şert û merc guncav bin dê hilbijartin di dema xwe da werin lidarxistin”

Rayedarekî pillebilind ê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ragihand ku heke şert û merc li parêzgehên erdhejlêketî pêk bên û guncav bin, hilbijartin yê di dema dîyarkirî da were lidarxistin.

Bi dû berfirebûna bertekên himberî nûçeya ihtimala paşdaxistina hilbijartinan li gorî daxwaza AKP’yê, rayedarekî pillebilind ê vê partîyê ragihand ku heke imkanên teknîkî ber dest bin, hilbijartinên bê yên serokkomartî û meclîsê yên Tirkîyê, wê di dema dîyarkirî yanî 14ê Gulanê da bên lidarxistin.

Mijara imkanên teknîkî yên lidarxistina hilbijartinan li deverên erdhejlêketî di civîna duh a AKP’yê da hat hilkolandin.

Şayanî gotinê ye ku berî vîya Serokê berê yê meclîsa Tirkîyê û endamê pillebilind ê AKP’yê, “Bulent Arinç” xwest ku hilbijartin bi hegera erdhejê werin paşdaxistin. Ev yeka bû sedema berteka berfire ya partîyên opozîsyona Tirkîyê.

Serokê Partîya Siberojê ya Tirkîyê “Ehmed Dawûdoglu” ev biryar wek “Darbeya medenî’’ ya AKP’yê bi nav kir.

 

Serepeyv