AFADê amarên nû yên erdheja li Mereşê ragihand
Sibat 18, 2023 19:32 Asia/Tehran
Serokê Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) ragihand, heta niha di erdheja li Mereşê de li 11 bajaran 40 hezar û 642 kesan canê xwe ji dest dane.
Serokê AFADê Yunus Sezaer îro Şemiyê 18ê Sibata 2023an amarên nû yên erdheja li Mereşê eşkere kir û got: “Piştî erdheja di 6ê Sibatê de 5 hezar û 700 paşhej qewimîne.
Yunus Sezer diyar kir ku di erdhejên li Meraşê de heta niha 40 hezar û 642 kesan canê xwe ji dest dane.
Sezer diyar kir ku li Hatayê 13 hezar karmendên lêgerîn û rizgarkirinê dixebitin û destnîşan kir ku li hemû qadan 74 hezar karmend dixebitin.