Sibat 18, 2023 16:50 Asia/Tehran
  • Desteserkirina 117 kesî li Tirkîyê bi tawana belavkirina nûçeyên derew

Li Tirkiyê 117 kes bi tawana belavkirina nûçeyên derew li şebekeyên civakî têkildarî erdhejê hatin desteserkirin û ji wan 21 kes hatin girtin.

Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Tirkiyê derbarê belavkirina nûçeyên têkildarî erdhejê li şebekeyên civakî ragihand, “Li ser platformên sosyal medyayê, 713 rêveberên hesabên ku parvekirinên provakatîf dikin hatin tespîtkirin û bo beşên pêwendîdar hatin şandin. Derbarê 377 hesaban de karên yasayî hatin destpêkirin û bi hinceta `parvekirinên provokatîf` 117 kes hatin desteserkirin û ji wan 21 hatin girtin.”

Herwiha 76 malperên înternetê ku bo xapandina kesên alîkariya mexdûrên erdhejê dikin hatibûn vekirin, hatin daxistin.

Derbarê 15 platformên sosyal medyayê ku li ser navên fermî ji welatiyan daxwaza pereyan kiribûn, karên yasayî hatin kirin. 6 hesabên ku bi navê “alîkariya erdhejê” hatibûn vekirin, hatin tespîtkirin û rawestandin.

Hejmara gorîyên erdhejê li Tirkîyê ji 40 hezar kesî derbas bûye.

Şaredarê bajarê Hatayê yê Tirkiyê ragihand ku di erdheja 6ê Sibatê de li wî bajarî derdora 20 hezar kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 24 hezar kes jî birîndar bûne.