Valakirina malên bitaluke li Amedê û awarebûna gellek niştecihên vî şarî
Muhendisên Wezareta Avakirina Bajêran a Tirkîyê li şarê Amedê gellek mal ji ber talukeya erdhejê polomp kirin û niştecihên wan malên bitalûke jî aware û derbider bûne.
Bi dû erdheja giran a di 6ê Sibatê da, muhendisên Wezareta Jîngeh û Avakirina Bajêran li Tirkîyê dest bi hilkolandina ewlehbûna malan li navçeyên erdhejlêketî kiine û di vê çarçovê da welatîyên ku malên wan ne-ewleh bên zanîn, malên wan ji hêla Wezareta avakirina Bajêran va tên polompkirin. Di gellek haletan da heta rê nayê dayîn welatî kel û pelên xwe ji mlan derxin.
Di encama vî karî da gellek welatîyên kurd bêmal û aware bûne û kirêya malan jî li deverên erdhejlêketî bi awayekî serhejîner jorda çûye.
Li gorî dawîn nûçeyan, li Qehreman Mereşê keçikeke 17 salî piştî 248 sietan ji bin kavilan hat rizgarkirin.
Hejmara gorîyên erdhejê li Tirkîyê jî rabûye 36 hezar û 187 kesî.