Sibat 16, 2023 09:56 Asia/Tehran
  • Dawûdoglu: Paşdaxistina hilbijartinan ji aliyê Erdogan ve darbe ye

Serokê Partîya Siberojê ango Gelekcek Partîsîyê hewla hikûmeta Erdogan ji bo paşdaxistina hilbijartinên bê darbeya medenî bi nav kir.

Serokê Partîya Siberojê ya Tirkîyê Ehmed Dawûdoglu wek berteka himberî belavbûna nûçeya hewla hikûmeta AKP ji bo paşdaxistina hilbijartinê, ev kara darbeya sivîl û zilma himber gelê dilbirîn ê Tirkîyê zanî.

Dawûdoglu di vîdyoyekê da ber bi serok û rêvebirên AKP got: Gelî desthilatdaran! Zanîngehan danexin, bi senarîyoyên paşdaxistina hilbijartinê di halekî da ku gel dilbirîn e, darbeya sivîl pêk neynin, gefê li gel nexwin, komployê nekin, tenê erkên xwe bi cih bînin.

Dawûdoglu amajeyî gefên vê dawîyê yên Serokê MHP Dewlet Bagçelî yên himberî hunermendan û komên  hawaegiheştinê yên sivîl li deverên erdhejlêketî kir û got: Birêz Bagçelî dîsan wekî her car bi xulkê hêrs, bi zimanê nefretbelavker, bi gefkirinê axivî, birêz Bagçelî em ji ber gefên we idî westîyane. Gelê me idî nika çaverêyê cureke din a sîyasetê ye. gel naxwaze rûyê wan sîyasetvanan bibîne ku heta di rojên dilbirînbûn û tazîdarbûnê da, gefê li gel dixwin.

Serokê Partîya Siberojê herwiha wek berteka hibmerî gotinên Serokomarê Tirkîyê û Serokê AKP Receb Teyyîb Erdogan û Bagçelî got: Di axavtinên we da ti nîşaneyeke banga bo yekitîyê xûya nake, lewma gel yê biryarê bide ku mafdar û heq e û kî neheq.