Sibat 14, 2023 18:29 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu: Paşdaxistina hilbijartinan neqanûnî ye

Serokê CHP’yê Kemal Kiliçdaroglû, paşdaxistina hilbijartinan neqanûnî da zanîn.

Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di axiftinekê da wek berteka li hember hin nûçeyên li ser ihtimala paşdaxistina hilbijartina di meha Gulanê de, ew kara neqanûnî zanî.

Kiliçdaroglu got: “Naveroka Qanûna Bingehîn li bara hilbijartinan pirr zelal e. Tenê dema ku şerr biqewime, paşdaxistina hilbijartinê pêkan e. Nika ti şerrek tine, lewma nabe ku hilbijartin were paşdaxistin.”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş, jî ragihand ku tenê Parlementoya Tirkiyê di rewşa şêrr de dikare biryara paşdexistina hilbijartinê bide û got: “Paşdexistina hilbijartinê darbeya siyasî ye.”

Demîrtaş dibêje: “Li gor agahiyan, di demekê da ku her kes bi karesata erdhejê re mijûl e, ferman ji komeke hiqûqnas re hatiye dayîn ku kar li ser paşdexistina hilbijartinê bikin. Careke din bi vî awayî dixwazin Qanûna Bingehîn binpê bikin.”

Şayanî gotinê ye ku di van rojên buhurî da hin nûçe ji aliyê rayedarên Partya Dad û Geşepêdanê (AKP) ve têkildarî daxwaza paşdaxistina hilbijartina pêşber tên bîhîstin.

 

Serepeyv