Sibat 13, 2023 18:17 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên erdhejê li Tirkiye û Sûriyê gihîşte 34 hezar kesî

Li gorî amara herî dawî, hejmara candayîyên ji ber erdhejê li başûrê rojhilatê Tirkiyê û bakurê Sûriyê gihîştiye 34 hezar û 600 kesî.

Li gorî amarên fermî heta niha mirina zêde ji 29 hezar p 605 kesan li Tirkiyê, her wiha mirina 4574 kesan li Sûriyê ji ber erdhejê hatiye piştarstkirin.

Hevdem digel zêdebûna nerazîtiyan ji alîkarîgihandina nerkêrhatî ya dewleta Tirkiyê bo ziyandîtiyên erdhejê, niha ev pirs li Tirkiyê di rojevê da ye ku kî sebebkarên sereke yên vê asta berfireh a mirinên ji ber erdhejê li vî welatî ne.

Çavkaniyên nûçeyan li Tirkiyê dibêjin, gerçî ku ev welata rêzikên avahîçêkirinê li gorî standardên erdhejê dişopîne, lê ev rêzik û qanûn li Tirkiyê kêmtir bi awayê fermî tên berçavgirtin.

Li gorî texmîna çavkaniyên nûçeyan, ji ber erdheja dawî zêdetirî 84 miliyar dolar zirar û ziyan li Tirkiyê pêk hatiye.

Li gorî nûçeyeje din, erdheja gerrok a hêzên alîkarîgihandin û rizgarkirinê yên Îranê li Semsûrê xebata xwe dest pê kir.

Serepeyv