Hejmara gorîyên erdheja li Tirkîyê ji 29 hezar kesî debras bû
Sibat 12, 2023 19:59 Asia/Tehran
Rêvebirîya Bûyerên Nişkêveyî û Rewşa Awarte ya Tirkîyê ragihand, heta niha di encama erdhejê de 29 hezar û 605 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rêvebirîya Bûyerên Nişkêveyî û Rewşa Awarte ya Tirkîyê (AFAD) di daxûyanîyekê da herwiha ragihand: 147 hezar û 934 mexdûrên erdhejê jî bo bajarên din hatine şandin.
Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê jî ragihand ku hejmara birîndaran jî rabûye 80 hezar û 278 kesî.
Di encama erdheja ku di 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt, Osmaniye, Edene û Hatayê qewimî, herwiha gellek avahî kavil bûne.
Erdhejê bandor li Sûriyê ji wan herêma Efrînê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesî.