Muhtemel e hilbijartinên serokkomartî û parlemanê ya Tirkiyê paşde bikeve
Rêbera Partiya Opozîsyonê ya Tirkiyê ragihand ku muhtemel e hilbijartinên parlemanê û serokkomartîya vî welatî paşde bikeve.
“Meral Akşener”, Rêbera Partiyeke Opozîsyonê li Tirkiyê ragihand ku hilbijartinên serokkomartî û parlemana vî welatî dibe ku 14ê Gulanê neyên lidarxistin û bo 18ê Hezîrana îsal bên paşdaxistin ku hegera wê erdheja mirinbar a vê dawiyê li başûrê rojhilatê Tirkiyê ye.
Receb Teyyîb Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê dawiya Çilleyê gotibû hilbijartinên parlemanê li welatê wî yê 14ê Gulanê werin lidarxistin ku mehek zûtir ji dema wê ya kivşkirî be.
Medyayên Tirkiyê ragihandin bona hilbijartinan di wê demê de werin lidarxistin, divê ev yeka 60 rojan pêştir were ragihandin, Lewma serokkomarê Tirkiyê dikare dema eseh a hilbijartinan di 10ê Adarê de ragihîne.
Medyayên Tirkiyê roja Çarşemiyê ragihandin ku tevî erdheja mirinbar, Erdogan ragihandiye ku dixweze hilbijartinên serokkomartî û parlemanê, 14ê Gulana îsal werin lidarxistin.