Sibat 09, 2023 19:08 Asia/Tehran
  • Hejmara gorîyên erdhejê li Tirkîyê jorda çû

Serokkomarê Tirkîyê bilî ragihandina amara herî dawîn a gorîyên erdhejê dîyar kir ku hikûmeta vî welatî yê zîyana ji ber erdhejê li welatîyan ketîye, bicebirîne.

Serokkomarê Tirkîyê “Receb Teyyîb Erdogan” ragihand ku heta vê gavê 14 hezar û 14 kesî di encama erdhejê da canê xwe ji dest dane û 67 hezar û 97 kes jî birîndar bûne.

Erdogan amajeyî alîkarîyên mirovdostîyê yên welatên curbicur kir û got: “Enqere dê hewil bide di salekê da deverên erdhejlêketî ji nû ve ava bike.”

Erdogan pêgirî kir: “Hin hewl ji bo sûdwergirtina sîyasî ji karesata erdhejê tên dayîn, lê em dê rê nedin vê yekê û pêşnumaya ragihandina rewşa awarte li 10 parêzgehên vî welatî ya 3 mehan îro li parlimanê hat pesendkirin û dê bicih were û hikûmetê dil heye xeramê bide mexdûrên erdhejê.”

Serepeyv