Sibat 07, 2023 17:30 Asia/Tehran
  • Tirkîyê û komên çete dîsan çeperên kurdan li bakura Sûrîyê dan ber topan

Artêşa Tirkêyê û komên çete yên ser bi wê, derdora Til Rifet li herêma Şehbayê tevî rewşa nalebar a bi dû erdhejê li vê herêmê bi giranî dan ber topan.

Artêşa Tirkêyê û komên çete yên ser bi wê, îro nîvro derdora Til Rifet li herêma Şehbayê tevî rewşa nalebar a bi dû erdhejê li vê herêmê bi giranî dan ber topan.

Şayanî gotinê ye ku erdheja duh berbangê li Tirkîyê qewimî, bandoreke giran li deverên bakur-rojavaya Sûrîyê jî kir û di encamê da bilî kavilbûna bi sedan mal û avahîyan li gund û şarên wê herêmê, heta nika zêde ji 1500 kesî di encamê da canê xwe ji dest dane.

Di vî halî da Serfermandarê HSD Mezlûm Kobanî jî di peyamekê da ji ber erdheja giran a duh li Tirkîyê sersaxî da malbatên gorîyan û ragihand ku ew bo alîkarîyê bigihînin mexdûran amade ne.

Serfermandarê HSD di peyameke din ber bi gelê Sûrîyê da jî xwe şirîkê xema wan zanî û ragihand ku jibo her cure alîkarîyêkê amade ye.