Sibat 06, 2023 07:48 Asia/Tehran
  • Erdhejeke gelekî giran Tirkiye û çend welatên navçeyê hejandin

Erdhejeke bi giraniya 7,7 Rîşteran berbanga îro li Tirkiyê qewimî; ji ber vê erdhejê gelek avahî kavil bûn û li çend welatên derdora Tirkiyê jî ev erdhej hat hîskirin.

Navenda Pîvandina Erdhejê ya Ewropayê hêza vê erdhejê 7,7 Rîşter ragihand, lê Tirkiye dibêje hêza wê 7.4 Rîşter bûye.

Ev erdhej li Şaristana “Bazarcix”ê li Parêzgeha Karaman Maraşê ya başûrê Tirkiyê qewimiye û bû sebeb gelek mal li Tirkiyê kavil bibin û gelek welatiyên Tirkiyê şeva derbasbûyî li nav kuçe û kolanan derbas bikin.

Ji bilî Tirkiyê, ev erdheja giran li welatine mîna Sûriye, Libnan, Filistîn, Iraq, Urdin, Misr û Erebstanê jî hatiye hîskirin.

“Suleyman Soylu” Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê di vî warî da gotiye, operasyona filitandin û alîkarîgihandinê li deverên erdhejlêqewimî yên başûrê Tirkiyê dest pê bûye.

Soylu her wiha ragihand ku çend paş-erdhej li devera erdhejlêqewimî ya başûrê Tirkiyê hatine tomarkirin.

Receb Teyyîb Erdogan serokkomarê Tirkiyê derbarê vê erdhejê got: Em hîn nikarin berawirdeke deqîq ji ziyan û zirarên erdhejê bikin.

Giraniya vê erdhejê li navçeyên Hatay û Xazî Ebtebê li nêzikî sînorê Sûriyê zêdetir bûye.

Ajansa Anatoliyê jî qala qewimîna şewateke mezin li navçeya “Qehreman”ê li pey qewimîna erdheja berbanga îro kir.

Ev erdhej ji bilî Tirkiyê li hin navçeyên Ukrayn û Ewropayê ji wan Yûnan, Bulxaristan û her wekî din hatiye tomarkirin û welatiyên gelek bajarên Sûriye û Libnanê jî ji tirsa hilweşîna avahiyan ji ber paş-erdhejan, di sir û seqema zivistanê da şeva

çûyî li nav kuçe û kolanan derbas kirin.

 

 

Serepeyv