Sibat 05, 2023 14:19 Asia/Tehran
  • Li gorî ihtimaleke zêde “Huda Par” jî yê tevlî Hevalbendîya Cumhur’ê bibe

Serokê Fraksyona Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) basa ihtimala zêde ya tevlîbûna Partîya Dawa Azad (Huda Par) nav Hevalbendîya Cumhur’ê kir û ji ber vê yekê kêfxweşbûna xwe dîyar kir.

Serokê Fraksyona Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) “Numan Kurtulmuş” di hevpeyvîna digel Kanala Haberturk’ê da amajeyî ihtimala pişkdarbûna Huda Par’ê di Hevalbendîya Cumhur’ê da kir û got: “Em ser vê bawerê ne ku berfirekirina vê hevalbendîyê dê ser xêra Tirkîyê be. Li gorî ihtimaleke zêde ji nav partîyên din va, Huda Par jî dê tevlî hevalbendîya me bibe.”

Şayanî gotinê ye ku “Yûsif Qardaş” rojnamevanê rexneker ê kurd hefteya buhurî di nivîsarekê da têkildarî hevdîtina “Receb Teyyîb Erdogan” û “Zekerîya Yapicioglu” Serokê Huda Par’ê û vexwendina vê partîyê bo beşdarbûna di Hevalbendîya Cumhur’ê da, ew kara nîşaneya ‘‘Bazarîya qirêj a sîyasî’’ ya li pişt perdeya sîyaseta Tirkîyê û bi armanca bidestxistina dengên kurdan zanî.

Hevserokê berê yê HDP’yê “Selaheddîn Demirtaş” jî di axavtinekê da ew karê Erdogan nîşana asêbûn û lawazbûna Hevalbendîya Cumhur’ê zanî ku hawara xwe birîye çend dengên Huda Par’ê.

 

Serepeyv