Sibat 04, 2023 19:30 Asia/Tehran
  • Serokê CHP’yê amade ye ku bibe berbijarê hilbijartina serokkomartiyê

Serokê partîya sereke ya muxalefetê li Tirkîyê ragihand ku amade ye di hilbijartina bê ya serokkomartîyê da bibe berbijar.

“Kemal Kiliçdaroglu” Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê wek partîya sereke ya Opozîsyonê got: “Heke serokên 6 partîyên muxalefetê ku Hevalbendîya Millet’ê ava kirine derbara bervijarbûna min di hilbijartina bê ya serokkomartîyê da li hev bikin, ez ê jê pêşwazî bikim û amade me ku wek wekîl û berbijarê wan partiyan di hilbijartinên bê da pişkdar bibim.”

Rêvebirên Hevalbendîya Şeşalî ku ji “CHP”, “Îyî Partî”, “Partîya Seadet”, “Partîya Demokrat”, “Partîya Pêşketin û Demokrasîyê (DEVA)” û “Partîya Siberojê” pêk tê, ji bo hevahengîya zêdetir derheq hilbijartina bê, di sala buhurî da 11 caran li dora hev civîyane.

Wan 6 partîyana ku zêdetir nêrîneke rastgir hene, heta vê gavê HDP nedane nav hevalbnendîya xwe, eva di halekî da ye ku çavdêr û şareza dibêjin ku di dawîyê da HDP yê çarenûsa hilbijartina bê ya Tirkîyê dîyar bike.

 

Serepeyv