Sibat 04, 2023 19:22 Asia/Tehran
  • Soylu gef li balyozê Amerîkayê xwar; papora amerîkî derbasî Tengava Bosforê bû

Çend sietan piştî gefxwarina Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê li balyozê Amerîkayê, papora amerîkî derbasî Tevgava Bosforê bû û xwe da rex Koşka Dolmabagçeyê.

Piştî ku balyozxaneya Amerîkayê li Stenbolê têkildarî ihtimala êrişên terorîstî dijî welatîyên rojavayî li Tirkîyê hişyarî da û konsulxaneya xwe li wî şarî daxist, Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê bertekeke tund nîşan da û “Silêman Soylu” di axavtineke tund da gef li balyozê Amerîkayê xwar, papora Amerîkayê ya bi navê “USS Nitze” duh derbasî Tevgava Bosforê bû û xwe da rexê Koşka Dolabagçeyê.

Rojna Cumhuriyet’ê nivîsî ku piştî gefxwarina Soylu papora amerîkî bi alayeke zef mezintir ji alayên asayî di halekî da ku 155 leşker ser banê wê dîyar bûn, derbasî Tevgava Bosforê bû û xwe da rexê Koşka Dolmabagçeyê. Piştî vê yekê balyoz û serkonsulê Amerîkayê yên li Tirkîyê çûn seredana wê paporê.

Hin sîyasetvanên Tirkîyê himberî vî karî bertek nîşan dan û bicihbûna papora amerîkî bi alaya mezin a vî welatî li Tevgava Bosforê hilgirê peyamekê ji bo Enqereyê û zordayîna ser Tirkîyê zanîn.

 

Serepeyv