Çavuşoglu: Welatên rojavayî konsulxaneyên xwe ji bo armancekê daxistin
Sibat 03, 2023 21:16 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê got ku 6 welatên rojavayî konsulxaneyên xwe bi armancekê daxistin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser daxistina konsulxaneyên Brîtanya, Almanya, Holanda, Fransa, Belçika û Swîsre yên li Istenbolê got: “Dibêjin gefa terorê heye. Eger gefek hebe, ji ber ku hevpeymanê me ne divê me agahdar bikin ku çavkaniya wê gefê çiye.
Wî herwiha got: Em difikirin ew daxuyanî û daxistin bi armanc in.
Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqerê roja 30ê Çileya 2023ê derbarê egera êrîşa “terorî” de li Istenbolê hişyariyek belav kir. Piştî wê hişyarkirinê Brîtanya, Hollanda, Almanya, Fransa, Belçîka, Swîsreyê konsulxaneyên xwe yên li Istenbolê bi hinceta ewlekariyê daxistin.