The Economist: Li Tirkiyê demokrasî di asteke ciddî de hatiye sînordarkirin
Li gor rapora Kovara The Economist`ê ya sala 2022`yê, di mijara demokiraîyê di nav 167 welatan de Swêd di rêza yekê da û Tirkiyê jî di rêza 103an de ye.
Kovara Economist rapora xwe ya salane ku tê de welatên herî demokratîk û yên antî-demokratîk rêz dike belav kir.
Li gor rapora Economist`ê, Tirkiye di nav 167 welatan di rêza 103an de ye bi awayekî ku Gambiya wek welatekî rojavaya Afrîqayê di rêza 102yê da yanî li pêş Tirkiyê ye.
Di raporê de girêdayî Tirkiyê tê gotin: “Tirkiye binpêkirina nirxên demokratîk didomîne. Li Tirkiyê demokrasî di asteke ciddî de hatiye sînordarkirin. Hilbijartin ne azad û dadmendane ne, li ser medyayê sansûr heye û serweriya hiqûqê lawaz e û gendelî zêde ye.
Di raporê de behsa yasaya sansûrê ya ku li Parlamentoya Tirkiyê hatibû qebûlkirin jî hatiye kirin û tê gotin ku ev qanûna bûye sedema zext û zoreke zêde.