Sibat 03, 2023 15:08 Asia/Tehran
  • Hevserokê HDP: Em ê desthilatê bizvirînin gel

Hevserokê Partîya Demokiratîk a Gelan (HDP) ragihand ku armanca HDP têkildarî rikeberîya di hilbijartinan da, wêdadayîna hikûmeta serdest û vegerandina desthilatê bo gel e.

Hevserokê HDP Midhet Sencer di civîna danzdan a giştî ya Kongira Demokiratîk a Gelan (HDK) da axivî û amajeyî hilbijartinên pêşber kir û got: Hilbijartina bê ne hilbijartineke asayî ye, demajoya avakirina rejîma dîoktatorî hela jî didome. Biloka hikimdar ji bo mayîna xwe her imkanekê bi kar tîne. Armanca me ya berayî di vê hilbijartinê da divê sekinandina avakirina vê rejîma dîktator be, Me armaceke istiratejîk û girîng a din jî heye û ew jî rûxandina hikûmeta ser desthilatê ye. Armanca me ya sereke istandina desthilatê ji vê rejîmê û zivirandina wê bo gel e.

Hevserokê HDP ``derbaskirina sîyasetê nav qada civakî`` jî yek ji armancên HDP yên girîng piştî hilbijartinê zanî û got: Durişma me ``anîna sîyasetê nav civakê û sîyasîkirina civakê`` e. Piştî hilbijartinê û rûxandina hikûmeta vê gavê, divê em rêyeke nû vekin û desthilatê bizvirînin civakê.

Sebcer ``rêkxistina çîn û qatên hejar, kêmîne û qatên di bin zilmê da`` tenha rêya vegerandina desthilatê bo civakê zanî û got: ``Destpêkirina nû bi durişma ``anîna sîyasetê nav qada civakê`` bi wateya xweşkirina rê ji bo avakirina jîyana nû ye.