Sibat 03, 2023 09:43 Asia/Tehran
  • Xûlûsî Akar got: Em wê bersiva êrişa ser binkeya leşkerî ya Tirkiyê wisan ku pêwîst be bidin.

Xûlûsî Akar wek berteka li hember êrişa ser pêgeha leşkerî ya Tirkiyê li bakûrê Iraqê got ku wê bersiva van êrişan wisan ku pêwîst be bidin.

Bi dû êrişa mûşekî ya ser binkeya leşkerî ya Artêşa Tirkiyê li Başik`ê ku nêzî Mûsilê ye, rayedarên Tirkiyê ragihadin ku di encama vê êrişê da ti xisarek pêk nehatiye û ti kes nehatîye kuştin an birîndarkirin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Xûlûsî Akar, berî civîna firaksiyona Partya Dad û Geşepêdanê (AKP) li meclisa Tirkiyê di bersiva pirsa nûçegîhanan di vî warî da got: Hin caran êrişên bi vî rengî ser binkeyên Tirkiyê pêk tên, Tirkiye jî demlidest bersiva pêwîst dide.

Wî herwiha got: Tevî berfa giran şerrê Tirkiyê li hember terorîsmê didome. Ev şerra heta ji navbirina terorîstê dawîn wê bidome û em dixwezin ku terorîsmê di serekaniyê we de ji nav bibin.