Sibat 01, 2023 14:05 Asia/Tehran
  •  Rêberê CHP’yê, Kemal Kiliçdaroglû: “Gefa kuştinê li min tê xwarin”

Kemal Kiliçdaroglû ragihand ku vê dawiyê gefa terorê lê hatiye xwarin û dûhatên van gefan jî wê pêsîra Tirkiyê bigire.

Serokê Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkîyê (CHP), “Kemal Kiliçdaroglu” di civîna fraksyona CHP’ê da li Meclîsa Tirkiyê axivî û ragihand ku ji ber şopandina mijara gendeliya pereyî ya ku ji xizîneya dewletê û zêde ji 418 mîlyar dolarî digire ber xwe, destpêkê hin kar ji bo reşkirina navê wî hatine kirin, niha jî ew gelek peyamên gefa ji bo terorê werdigire.

Serokê CHP’yê hişyarî da “Dîwana Hesabê ya Tirkiyê” ta ku hema di van mehên mayî da erkên xwe bi cî bîne, neku di dema desthilatdarbûna opozîsyonê dê wan ceza bike.

 

Serepeyv